Jin, li dijî qedexe û tundiya mêr daketin qadan

jin
Paylaş
 

Hevparên KJA’yê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Amed, Kocaelî, Şirnex û Rihayê li gel astengiyên polîsan dîsa daketin qadan û zext û tundiya liser jinê şermezar kirin. Jin li Wêranşarê li gel qedexeyan daketin qadan û çalakî pêk anîn.

AMED

Li Ameda ku dê fînala çalakiyên 8”ê Adarê pêk bê KJA xebatên xwe bê navber didomîne. Bi jinên ku dê li ewlehiya mîtîngê pêk bînin ve li Qada Îstasyonê daxuyanî hate dayîn. Ji Kordînasyona KJA’yê ya Amedê Zubuyde Zumrut diyar kir ku ji bo mîtîngê serlêdan kirine û dê 300 jin ji ewlehiya mîtîngê berpirsyar bin.

Zumrut destnîşan kir ku li dikê, li kortejê ewlehiyê pêk bînin û bi meha biharê re divê jin li qadan bin. Zumrut bang li hemû jinan kir xwest beşdarî mîtîngê bibin. Zumrut bilêv kir ku di 8’ê Adarê saet di 10.00’an de li Kongreya Civaka Demokratîk kom bibin û heta Qada Îstasyonî bimeşin. Zumrut got ku dê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag beşdarî mîtîngê bibe.

KOCAELÎ

Koordînasyona Kocaeli ya KJA’yê, Komîsyona Jinan a rêveberên HDP’ê ya Darica, bi heman armancê lie kolana Bagdat a Daricayê daxuyanî dan çapemeniyê.
Jinan di çalakiyê de pankartên “Dema dewlet ket nava hewldanên îşkenceyê jinan dest bi berxwedanê kir” û “Tundiya mêr rawestinin, jin têkevin parastina rewa” vekirin û dowîzên “Bê jin jîyan nâbe”, “Parastina jinê ya rewa heq e” û “Jinên bedena wan tên teşhîrkirin rûmeta me ne” bilind kirin. Jinan bê navber silogana “Jin Jiyan azadi” berz kirin û berxwedana jinên Kurdistanê silav kirin.

Li ser navê jinan Canan Yildirim daxuyanî da û xwest jin têkoşîna xwe ya azadiyê li her qadê bilind bikin. Yildirim, êrîşên polîsan ên li Kadikoyê jî şermezar kir xwest di xeta Beritanan de di ber xwe bidin. Yildirim, şehiden jin bibîr anî û hurmeta xwe nîşanî wan da.

Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.

RIHA

Hevparên KJA yên Rihayê jî bi heman armancê li navçeya Wêranşarê xwestin mîtîngê pêk bînin, lê walîtiya Rihayê destûr neda. Polîsên duh destûr nedan dezgeh li qada mîtîngê ava bikin, serê sibê qad û kolan dorpêç kirin. Jin li gel hemû astengiyên polîsan daketin qadan û li ber avahiya DBP’ê ya Wêranşarê kom bûn. Jin li gel zêdebûna polîsan dîsa li ber avahiya DBP’ê kom bûn û bi silogana “Jin jiyan azadi”, “Zext me bêzar nakin” berz kirin. Jinan wêneyên jinên hatine qetilkirin Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakize Nayir û Ozgecan Aslan bilind kirin. Hevseroka HDP’ê ya Wêranşarê Ayşe Surucu, diyar kir ku herî zêde jin dikevin bin bandorka şerê qirêj ê dewletê û jin dê vî şerî bişkînin.

Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol jî diyar kir ku têkoşîna jinan heta 5 hezar salan kûr e û jin bi têkoşînek bi biryar û fedekar gihiştine îro. Sevda Çelîk da zanîn ku têkoşîna jinê di şexsê Ekîn û Taybet de bêtir xwe xuya kir û dê têkoşîna xwe mezintir bikin. Wekila HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî diyar kir ku ew dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Jinan piştî daxuyaniyê Gorên jinên di şerê Kobanê de li dijî çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir û qurnefil danin ser goran.

ŞIRNEX

Li navçeya Sîlopya ya Şirnexê jî endamên jin ên Egîtîm Sen’ê li kolana Hunerê kom bûn daxuyanî dan. Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên navçeya Sîlopyayê û gelek jinên din amade bûn. Jinan pankarta “Em dê bi jinên berxwedêr civakê azad bikin” vekir û daxuyanî dan. Li ser navê Egîtîm Senê Sekretera nûnertiyê Ceylan Uyar daxuyanî da û diyar kir ku dorpêçkirina li ser navçeyê li dijî mafên mirovan û hiqûqê bû û herî zêde mafê jinan hat binpêkirin. Uyar, bertek nîşanî polîtikayên AKP’ê yên li ser jinan da û anî ziman ku ew dê têkoşîna xwe bilintir bikin.

Daxuyanî bi silogana “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

Çavkani: DİHA

  • Site Yorum
  • Facebook Yorum

Bir yorum bırak

Bir yorum bırak

Bizi Facebook’tan takip edin!
Arşiv

Mobil site