HDP’ê li ser komkujiyên AKP’ê li Parlamenta Ewropayê civîna çapemeniyê pêk anî

images
Paylaş
 

Heyeta HDP’ê ya li Strasboûrgê ye, li Parlametna Ewropayê civîneke çapemeniyê lidar xist û bang li Ewropayê kir, ku li dijî komkujiyên ji aliyê AKP’ê ve tên kirin bikeve nava tevgerê.

Heyeta HDP’ê ku di nav de Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Osman Baydemîr, Parlamenterê Êlihê Mêrdînê Alî Atalan û Nûnerê HDP’e yê Konseya Ewropayê Faîk Yagizay jî heye, li Parlamenta Ewropayê (PE) ya li Strasboûrgê, tevî Koma Yekîtiya Çep a Parlamentê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Seroka Koma Dostaniya Kurdan a PE Marîe-Chrîstîne Vergîat, Alîkarê Serokê Komîsyona Parlamenta Têkel a PE-TBMM Takîs Hadjîgeorgîoû û Parlamenterê Spanyayî Ûrban Crespo yên meha derbasbûyî çûn Kurdistanê, çavdêriyên xwe ragihandin.

Di civînê de bang li Yekîtiya Ewropa û saziyên din ên Ewropayê hat kirin, ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike, bikevin nava tevgerê.

Baydemîr di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser êrîşên AKP’ê yên ji bo qirkirina Kurdan û got, “Ji aliyê mafên mirovan ve rewşeke ne kêmî şer, diqewime.”

‘PÊWÎSTE SAZIYÊN EWROPAYÊ BI LEZGÎNÎ BIÇIN KURDISTANÊ’

Baydemîr ev agahî parve kir:

“Eger hûn ji hikûmeta AKP’ê bipirsin, ev têkoşîna li dijî ‘terorîzmê’ ye. Lê belê di nava 10 mehên dawî de zêdeyî 650 sivîl hatin kuştin. 450 hezar mirov ji cih û warên wan hatin derxistin. Li herêmê, bajar û mirov her roj bi tank û topan hedef tên girtin, tên hilweşandin û şewitandin. Mînak; hêzên dewletê Midûrê Nivîsan ê rojanemay Azadiya Welat Rohat Aktaş û nûnerên DBP’ê jî di nav de gelek kes; pitik, zarok, extiyar qetil kir. Pêwîste Parlametna Ewropayê, Yekîtiya Ewroap û saziyên din ên Ewropayê bi lezgînî biçin wê derê û rewşê li cih bibînin. Çapemenî nikare biçe; tê astengkirin. Nikarin tehemûlî çapemeniya serbixwe bikin. Mînak; rê nadin ÎMC TV. Yên mirovan dikujin nayên cezakirin.”

Parlamenterê HDP’ê Baydemîr diyar kir, ku ji bo agirbest bê ragihandin û alî li maseyê vegerin ji Ewropayê xwest bi însiyatîf rabe û got, “Divê Yekîtiya Ewropa serî li ber şantaja koçberiyê ya Erdogan netewîne.”

Parlamenterê HDP’ê Atalan jî ji Ewropayê xwest, li hemberî komkujiyên tên kirin, bi berpirsyarî rabe.

‘ÇARESERÎ BI MUZAKEREYÊ RE DIBE’

Hadjîgeorgîoû jî got, “Pêvajoya agirbestê ji me be, ji bo Parlamenta Ewropayê girîng bû. Diviyabû mirov nehatibûna kuştin. Avakirina maseya muzakereyê girîng bû. Dema em çûn herêmên piraniya şêniyên wê Kurd in, Waliyan bi taybetî jî Waliyê Amedê daxwaza me ya hevdîtinê red kirin. Halbûkî meseleya Kurd bi muzakereyê re çareser dibe.”

‘ZEXT LI HER KESÎ TÊ KIRIN’

Parlamenterê Spanyayê Ûrban Crespo jî çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê vegot: “Dema em li Amedê bûn, dengê topan ji her devera bajêr dihat bihîstin. Ev rewşek normal nîne. Rewşeke şer heye. Rêveber û xebatkarên şaredariyê, siyasetmedar, her kes bi zextê re rû bi rû ne.”

‘HIQÛQA ŞER JÎ BI CIH NAYÊ ANÎN’

Vergîat jî got, “Ya ku me dît û dîmenên gihaştin ber destê me nîşan didin; mafên mirovan li aliyekî, hiqûqa şer jî bi cih nayê anîn.”

ANF

Etiketler:
aihm akp avrupa HDP
  • Site Yorum
  • Facebook Yorum

Bir yorum bırak

Bir yorum bırak

Bizi Facebook’tan takip edin!
Arşiv

Mobil site